Ji Demirtaş peyama fesihbûna PKKê: Spasiya Ocalan, Bahçelî û Erdogan kir

Ji Demirtaş peyama fesihbûna PKKê: Spasiya Ocalan, Bahçelî û Erdogan kir

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, li ser fesihbûn û çekdanîna PKKê ji Girtîgeha Edirneyê ku 7 salin tê de ye, peyamek şand û pêşwazî li wê biryarê kir.

Demirtaş got,”Em bi coş pêşwaziya vê gava dîrokî dikim ku li gorî bîranîna Sirri Beg (Sirri Sureyya Onder) hatiye avêtin”

Endama Şanda Îmraliyê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, îro 12ê Gulanê serdana Demirtaş li Girtîgeha Edîrneyê kir.

Piştî hevdîtinê DEM Partiyê peyama Selahattîn Demîrtaş kir ku li ser biryara xwefesihkirin û çekdanîna PKKê wiha wiha dibêje:

"Ez silavên xwe ji her kesî re dişînim. Em di heman demê de hem êş û bîranîna Sirri Beg dikin hem jî li hêviya gavên ku ji bo aştiyê hatine avêtin in.

Em spasiya birêveberiya PKKyê dikin ku ev biryar girtiye, spasiya Birêz Ocalan ku rola sereke lîstiye, spasiya Birêz Serokomar, Birêz Bahçelî, Birêz Ozel û birêveberiya DEM Partiyê, hemû serokên giştî yên partiyên siyasî, bi taybetî jî Birêz Ahmet Turk û Birêz Pervîn Buldanê dikin.

Em bi coş pêşwaziya vê gava dîrokî dikin ku li gorî bîranîna Sirri Beg hatiye avêtin. Êdî dema wê hatiye ku em bi hev re û bi dilsozî bixebitin ji bo aramî, refahî, demokrasî û azadiyê ku were cîbicîkirin û Tirkiye di her warî de mezin bibe.

Bila ji bo me hemûyan bi xêr û bêr be. Em ji hemû kesî re serkeftinê dixwazin."

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.