Îdîa: PKK di bin çavdêriya NY de li sê herêman dê çekan radest bike

Îdîa: PKK di bin çavdêriya NY de li sê herêman dê çekan radest bike

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên nêzîkî PKKyê, piştî ragihandina xwefesixkirinê, pêvajoya derbarê radestkirina çekên di destê partiyê de jî dê zelaltir dibe. 

Hat îdîakirin ku radestkirin dê li dora Amediye, Bînar û Ranyayê bi amadebûna çavdêrên navneteweyî pêk were.

Hûrgiliyên derbarê biryara xwefesixkirin û çekberdanê ya ku ji aliyê PKKyê ve piştî kongreya 12emîn a xwe hate ragihandin, dest pê dikin zelal bibin. 

Li gorî çavkaniyên nêzîkî PKKyê, pêvajoya bêçekkirinê dê bi planeke sê-qonaxî û di bin çavdêriya çavdêrên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî de pêk were.

Li gorî nûçeya Emrah Çakmak a ji CNN Türkê, herêmên ku dê radestkirin lê were kirin ev in:

Amedî û Kanîmasî li parêzgeha Dihokê, Binar û Koysencaq ên Hewlêrê, Ranya û Seyîd Sadiq ên Silêmaniyê.

Hat diyarkirin ku radestkirina çekan dê li van herêman were kirin û mekanîzmayên çavdêriyê yên navneteweyî dê tev li vê pêvajoyê bibin

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.