Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê: Bexda erkên xwe yên qanûnî bi cih nayîne

Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê: Bexda erkên xwe yên qanûnî bi cih nayîne

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed rexne Bexda rexne kir ji ber ku erkên xwe yên destûrî bi cih neaniye û got ku kêmkirina mûçeyan bandorê li hêzên Pêşmerge dike, yên ku di têkbirina DAIŞê bi roleke giring rabûne.

Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed duh êvarê beşdarî merasîma Roja Bastilleê (Cejna Neteweyî ya Fransayê) ya li Hewlêrê bû û li wir gotarek pêşkêş kir.

Wezîr Rêber Ehmed di axaftina xwe de got, “Mezintirîn zehmetiya ku Herêma Kurdistanê pê re rû bi rû ye, ew e ku hikûmeta federal a Iraqê di bicihanîna erkên xwe yên qanûnî yên li hember Herêma Kurdistanê de, bi taybetî jî erka xwe ya misogerkirina mûçeyên karmendên sektora giştî yên welatê me de, berdewam tevnagere.”

Serok Mesûd Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem, li gel gelek berpirsên payebilind ên din, beşdarî merasîma Roja Bastilleê bûn.

Wezîr Rêber Ehmed di axaftina xwe de Fransa wek dostekî dilsoz û şirîkê demdirêj ê Kurdan bi nav kir.

Ehmed got, “Dema ku gelê me di dema sirgûniyê de an jî di şerê li dijî terorîzmê de rastî gefên hebûnê hat, Fransa li kêleka me rawestiya," û got, “Rêxistinên mirovî yên Fransî di nav yên pêşîn de bûn ku gihîştin vir, û gelê Fransî dil û malên xwe bi dilovanî û rûmetê ji penaberên Kurd re vekirin.”

Wezîr Ehmed got, “Mûçeya hêzên Pêşmerge yên ku di dema damezrandina hikûmeta Iraqê piştî 2003yan de Bexda diparastin û bi Hevpeymaniya Navneteweyî re beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûn bi neheqî hatin birîn” û rexne li Bexdayê kir ji ber ku “siyasetên li dijî welatiyên Kurd dimeşîne.”

Wezîrê Navxweyî Ehmed destnîşan kir ku Hewler bibiryar e ku di çarçoveya qanûna bingehîn a Iraqê û mekanîzmayên qanûnî yên derbasdar de nakokiyan çareser bike.

“Piştgiriya Fransayê dê dewam bike”

Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê, Yann Braem jî tekezî li ser têkiliya xurt a di navbera Hewlêrê û Parîsê de kir.

Braem ji bo çareserkirina nakokiyên heyî daxwaza diyalogê di navbera Hewlêrê û Bexdayê de kir. Konsulê Giştî Braem diyar kir ku Fransa piştgiriyê dide yekîtiya Kurdan, bi taybetî bi Bexdayê re, ji ber ku diyalog amûra herî baş e ji bo çareserkirina nakokiyan.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.