Rûsya: Em naxwazin bikevin nav nîqaşa çekên atomî

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov, di civîna xwe ya heftane ya çapemeniyê de, li ser nîqaşa "atomî" ya di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Cîgirê Serokê Encûmena Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmîtrî Medvedev de axivî û got ku ew naxwazin bikevin nav nîqaşên wiha û ew bi baldarî nêzîkî her daxuyaniyeke li ser mijarên atomî dibin.
Peskov herwiha anî ziman ku di her welatî de di nav rêbertiya xwe de mirovên xwedî nêrînên cuda li ser bûyerên heyî hene û tişta girîng helwesta Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e, ku polîtîkaya derve ya welat ji aliyê serok ve tê diyarkirin.
Peskov destnîşan kir ku Rûsya mijara nehiştina belavbûna çekên atomî pir cidî digire û divê hemî alî di warê axaftinên atomî de pir baldar bin.
Peszkov herwiha behsa îhtîmala hevdîtina di navbera Pûtîn û Nûnerê Taybet ê DYA yê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff de kir û got ku ew vê îhtîmalê paşguh nakin. Derbarê daxuyaniya Trump a "Min talîmat da ku 2 keştiyên binê avê yên atomî li herêmên guncav werin bicihkirin" jî Peskov diyar kir ku keştiyên binê avê yên DYA jixwe di mîsyona şer de ne û ev pêvajoyek domdar e.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




