Jin a xwe û kurê xwe fetisand û xwest xwe jî bikuje

Jin a xwe û kurê xwe fetisand û xwest xwe jî bikuje

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Edirne kesê bi navê Ömer Gökhan Alacı (41), bi jina xwe ya bi navê Didem Örs Alacı (38) re munaqeşe kir, wê û kurê xwe yê bi navê Doruk Kaan Alacı (9) fetisand û hewl da bi kêrê xwe jî bikuje. Ömer Gökhan Alacı giran birîndar bû û ew birin nexweşxanê.

Bûyer li taxa Cumhuriyetê qewimî û zilam bi xwe karê muhasebê dike û jina wî Didem Örs Alacı di karê ‘banga lezgîn’ de dixebitî.

Piştî di navbera wan de pevçûn derket, ewilî jina xwe fetisand û paşî kurê xwe fetisand. Paşî bikêrê li xwe xist lê giran birîndar bû. Niha Ömer Gökhan Alacı li nexweşxanê tedawiyê dibe û lêpirsîn û lêkolîna li ser bûyerê ji aliyê polîsan de dewam dike.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.