Banka Dinyayê rapora texmînên xwe yên dinyayê belav kir

PeyamaKurd – Banka Dinyayê rapora xwe ya sala 2024an di meha Hezîranê de belav kir. Di raporê de li seranserê dinyayê hêdîbûn di aboriyê de heye lê ya Tirkiyê ber bi pêş de diçe. Banka ragihand ku aboriyê Tirkiyê wê li dora %3,1 mezin bibe.
Di raporê de hat gotin ku li seranserê dinyayê ji sala 2008an heya niha wê aboriya dinyayê ji ber gengeşeyên bazirganî û siyaseta nezelal, dema em li aboriya dinyayê dinerin, wê pêşdeçûna an ku mezinbûna aboriya welatan yê herî hêdî be.
Agahiyên navborî di jimara Hezîranê ya di bin navê ‘Bendeyên Aborî yên Kureyî’ ya Banka Dinyayê de belav bû. Di raporê de hat gotin ku di temamê herêm û dahatên grûban de, texmîna mezinbûna aboriya welatan %70yên wan hatine daxistin.
Di raporê de tê gotin ku di sala 2025an de mezinbûna aboriya kureyî wê dakeve %2,3yan û texmîna han, nîv puan ketiye binê texmîna serê salê. Di raporê de tê gotin ku di sala 2026an de wê aborî %2,4 û di sala 2027an de %2,6 mezin bibe. Lê texmîna di serê salê de, ev nisbet %2,7 bû.
Van rêjeyên li jorê; di heman wextê de ji bo Herêma Ewroyê jî nisbeta mezinbûna aboriyê nîv e nîv dadxîne.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




