DNOyê amarên hilberîna petrola Kurdistanê eşkere kir

DNOyê amarên hilberîna petrola Kurdistanê eşkere kir

PeyamaKurd- Kompanyaya petrolê DNO ku li Herêma Kurdistanê hilberînê dike, amarên hilberîna xwe ya petrolê li zeviyên Herêma Kurdistanê yên beriya êrîşên dronan eşkere kir. DNOyê ragihand ku berhemanîna petrolê li gor sala borî kêm bûye.

Li gorî amarên DNOyê, di çaryeka duyemîn a salê de (mehên Nîsan, Gulan û Hezîran), beriya destpêkirina êrîşên dronan, wan rojane bi giştî 74 hezar û 760 bermîl petrol li zeviyên Herêma Kurdistanê hildiberand û para kompanyayê ji vê hejmarê 18 hezar bermîl bû.

DNO diyar kir, li gor heman dema sala borî, rêjeya hilberînê li zeviyên ku ew tê de kar dikin %6.3 kêm bûye.

Kompanyaya DNO ya Norwêcî bi taybetî li zeviyên petrolê yên Tawke û Pêşxabûrê kar dike. Ev herdu zevî di rojên borî de rastî êrîşên dronan hatibûn û ji ber vê yekê kompanyayê ragihandibû ku ji ber metirsiyên ewlehiyê neçar maye ku hilberînê bi awayekî demkî rawestîne.

Ji destpêka meha Tîrmehê ve zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dibin armanca êrîşan. Ji 1ê Tîrmehê heta niha, bi giştî 19 êrîşên bi dron û moşekan li dijî bajarên Herêma Kurdistanê pêk hatin. Ji van êrîşan, 9 êrîş rasterast li ser zeviyên petrolê bûn ku zeviyên Xurmele, Kor Mor, Sersink, Etruş, Bay Hesen, Pêşxabûr, Tawke û Hunt Oil bûne armanc. Êrîşên din jî li dijî hêzên ewlehiyê û balafirxaneyên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Zaxo û Kerkûkê bûn.

Ev nivîs 138 car hatiye xwendin.