DYA, baca gumrika Brezîlyayê derxist %50yan

DYA, baca gumrika Brezîlyayê derxist %50yan

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump Brezîlyayê ji aliyê ewlehiyê de jibo Amerîkayê wekî tehdîd qebûl kir û heya niha baca ku ji bo Brezîlyayê danî bû ya %10ê, derxist %50yan. Sedema zêdekirina bacê îhlala mafên mirovan û siyaset dawiyê ya Brezîlyayê nîşan da.

Koşka Sipî ragihand ku Trump biryarnama zêdekirina baca Brezîlyayê îmza kiriye. Li ser biryarê hat gotin ku:

“Ewlehiya netewî ya DYAyê, ji bo siyaseta derve û aboriya wê siyaseta dawiyê ya Brezîlyayê tehdîd e. Îhlala mafên mirovan jî sedemekiye ku ev biryarê daye.”

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.