Ji bo henardekirina nefta Kurdistanê cîvîna sêqolî

Ji bo henardekirina nefta Kurdistanê cîvîna sêqolî

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Wezareta Neftê ya Iraqê, Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê û Apikur, ji bo henardekirina nefta Herêma Kurdistanê civîneke sêqolî li dar dixin.

Endamê Lijneya Neft û Gazê ya Civata Nûnerên Iraqê Sebah Subhî ragehand ku wê vê hefteyê Wezareta Neftê ya Iraqê bi Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê û Komeleya Pîşesaziya Neftê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) re li ser destpêkirina henardekirina nefta Kurdistanê bicivin.

Sebah Subhî got: “Ev civîn ji bo danûstandinên li ser henardekirina nefta Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku ew ji xerciya derxistin û henardekirina neftê nerazî ne, nûnerên Apikurê jî wê tevlî vê civînê bibin. Herwiha biryar e Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdilxenî jî tevlî vê civînê bibe.”

Endamê Lijneya Neft û Gazê ya Civata Nûnerên Iraqê di beşeke din a axaftina xwe de amaje da ku daxwaza Iraqê ya ji bo henardekirina nefta Herêma Kurdistanê baş nîne, ji ber ku ew şandên ku ji bo danûstandinan dişîne ne xwedî desthilata biryardanê ne.

Weke tê zanîn Rojnameya Şerqul Ewsetê di 31ê Adarê de, di nûçeyeke xwe de angaştibû ku Apikur di mijara henardekirina neftê de ji Hewlêrê ne razî ye; lewre Hewlêr henardekirlinê paşve dixîne. Apikurê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ev angaşta rojnameyê dûrî rastiyan e.

Apikurê di daxuyaniya xwe ya li ser tora civakî ya Xê parve kir de tekez kir ku kompaniyên endamên wê komeleyê bizavên giştî û taybetî yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dubare henardekirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Iraq û Tirkiyeyê bilind dinirxînin.”

Apikurê her wiha got: “Henardekirina nefta Herêma Kurdistanê ji bo hemî welatiyên Iraqê dibe sedema jîn û jiyareke baş."

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.