Şiddet û nearamiya li Haîtiyê bû sedema koça 1,5 milyon kesan

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li welatê Haîtiyê bi sedema şiddet û nearamiyê zêdetirî 1,4 milyon kes ji ser warên xwe rabûne û koç kirine. Piraniya wan kesan jin û zarokin û li ser mijarê NY banga lezgîn ya destekê kir. Beşa koçê ya Neteweyên Yekgirtî IOM li ser rewşa Haitiyê ragihandina xwe nivîskî kir û got:
“Koçeka awarte û gelek zêdeye. Li vî welatî heya niha rêjeya herî zêdeye. Ji dawiya sala 2024an heya niha nisbeta koçê %36 zêde bûye. Divê bi awayekî bilez desteka mirovî bigihê Haîtiyê.”
Li welatê Haîtiyê çeteyên rêxistî li welat cîrîdê davêjin û aboriya welat xistine rewşekî aloz û kêmketî. Piraniya koça xelkê ji ber çeteyaye û hem li welat desthilat gelek qels e.
Wezareta karên derve ya DYAyê di 2yê Gulanê de ji ber şiddetê çeteyên Haîtiyê yên bi navên "Viv Ansanm" û "Gran Grif" ew xistibû nav lîsta terorê.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




