Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf: Agirbesa mayîn de li ser Talîbanê maye

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf: Agirbesa mayîn de li ser Talîbanê maye

PeyamaKurd – Serowezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ragihand ku bi Afganistanê re bo 48 seet agirbesê çêkirine, agirbes dewam dike û ji bo agibesekî mayîn de ew amade ne bi Talîbanê re hevdîtin bikin. Şerîf her weha got ku di encama ku Hindistanê Afganistanê li hemberê Pakistanê germ kir, van bûyeran qewimîn.

Agirbesa navbera Pakistanê û Afganistanê ya 48 seetan demkiye û piştî Pakistanê ji bo hevdîtinan amadeye, her tişt li ser bersiva Talîbanê maye.

Şerîf ragihand ku ji axa Afganistanê gelek êrîş diçin ser Pakistanê, di asta bilind de gelek caran seredana Talîbanê kirine lê ti encam nestendine û mecbûr mane operasyon kirine ser axa Afganistanê.

Piştî Talibanê desthilata Afganistanê xist destê xwe, Talîbana Pakistanê (TTP) ji bo mafên Peştûyan ji axa Afgan operasyonan dikin ser axa Pakistanê ya fermî.

Her weha rêxistinên Belûcistanê jî, ji bo Belûcistana di nav axa Pakistanê de maye, serbixwe bikin êrîşan dikin ser hêzên ewlehiya Pakistanê û Pakistan wan bi terorê binav dike.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.