Îsraîl bi yek carî, bi balafiran li 5 bajarên Lubnanê dixe

Îsraîl bi yek carî, bi balafiran li 5 bajarên Lubnanê dixe

PeyamaKurd – Balafirên Îsraîlê dest bi êrîşên hewayî yên ser 5 bajarên Lubnanê kirin û êrîş dewam dikin. Li deverên bombebarankirî dûman bilind bûnei teqîn çêbûne û hedefa Îsraîlê Hîzbûllaha Lubnanê ye. Îsraîlê li ocaxên kevir û fabrîkên çîmentoyê xistiye ji ber Hîzbûllah bi wan fînanse dibe.

Îsraîlê ji deh cara zêdetir êrîşên hewayî bir ser ciyên Hîzbûllahê. Li gor ajansa Lubnanê ya bi navê NNAyê; ciyê Îsraîl êrîşan biriye ser wan, Nebatiye, Sayda, Mercayun, Bint Cubeyl û li devera Bekaayê bajarokê  Baalbek in.

Encama êrîşan diyar nebûye lê dibe ku di nava kuştiyan de serpereştên Hîzbûllahê jî hebin.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.