Hêzên asayîşa Sûriyê li Lazkiyê pismamê Beşar Esad xist binçav

PeyamaKurd – Wezareta karên navxwe ya Sûriyê ragihand ku hêzên asayîşê li bajarê Lazkiyê li navça Kirdahayê di operasyonekî de pismamê Beşar Esad yê bi navê Numeyr Esad girtine û ew xistine binçav.
Wezaret, di kanala Telegramê de daxwuyaniya xwe da û cîh da şiroveyên fermandarê ewlehiya bajarê Lazkiye ya Albay Abdulaziz Ahmed.
Ahmed got ku piştî xebata li sehayê ew agahî sitendin ku kurmamê Beşar Esad yê bi navê Numeyr Esad û kesên pêve girêdayîne ciyê wan tesbît kirine. Operasyon kirine ser Esad û kesên pêre girtine. Ahmed got:
“Grûba navborî li gundewarên Kirdahayê li gundê Dubayka dema li nêzî benzînxaneyekî kesekî kuştin û zarokekî direvandin hatin girtin. Numeyr Esad pêwendiyên malbatî bikartîne û tora rêxistina xwe datîne.”
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




