Ji Wezareta Pêşmerge daxuyaniya mehaneyan

PeyamaKurd- Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku alîkariya aborî ya meha gulanê ji aliyê Hevpeymaniya Navneteweyî ve tê dayîn û wê di nava vê hefteyê de were dabeşkirin.
Wezareta Pêşmerge diyar kir, wê pereyê alîkariyê sibeha çarşemê bikeve ser hesabên wezaretê û roja pêncşemê jî dê dest bi pêvajoya belavkirinê bê kirin.
Li gorî daxuyaniyê bi giştî 61 hezar û 375 karmendên Wezareta Pêşmerge wê bi rêya sîstema "Projeya Hejmara Min" ji van alîkariyan sûdê wergirin.
Hêjayî gotinê ye, armanca van piştgiriyên darayî yên berdewam û birêkûpêk ew e ku piştgiriyê bidin pêvajoya reformê ya ji bo sazîbûn û yekxistina hêzên Pêşmergeyan.
Hevpeymaniya Navneteweyî, di çarçoveya profesyonelkirin û ji nû ve birêxistinkirina hêzên Pêşmerge de her meh bi qasî 25 milyon dolarên Amerîkî piştgiriya darayî pêşkêş dike.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.





