Kompaniya Geo-Jade Petroleum a Çînê li Xaneqînê rezervên nû keşf kir

PeyamaKurd - Kompaniya Çînê Geo-Jade Petroleumê ragihand ku piştî xebateke 8 mehan li herêma Neftxaneyê ya nêzîkî navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyala wan rezervên nû yên petrol û gazê tespît kirine.
Kompaniya Çînê Geo-Jade Petroleumê ji bo pîrozkirina vê keşfa girîng merasîmeke taybet li dar xist.
Her çiqas qonaxa yekem a lêgerîna herêmê qediyabe jî, qonaxa duyem armanc dike ku bi heşt operasyonên sondajê yên nû mîqdara petrol û gazê ya li herêmê were destnîşankirin.
Navçeya Xaneqînê ku zeviyên petrolê yên Neftxane, Gelabed û Incan lê hene, yek ji herêmên Kurdistanî ye ku wek "herêmên nakok" tê nasîn û di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nakokiyên li ser birêvebirin û parvekirina dahatê didome.
Endama Parlamentoya Iraqê Sûzan Mensûr li ser mijarê ragihand: "Divê xebatên bi vî rengî li derveyî agahdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê neyên kirin. Divê xelkê herêmê jî ji van projeyan sûdê wergire."
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Besam Mihemed jî gotiye: "Em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re tim di hevahengiyê de ne. Divê projeyên bi vî rengî li gorî berjewendiyên neteweyî bên pêkanîn."
Hêjayî gotinê ye, kompaniya Geo-Jade Petroleum ji bo zêdekirina hilberînê li meydanên kevn ên Xaneqînê jî xebatan dimeşîne. Bîra yekem a petrolê ya li Neftxaneyê sala 1925an ji aliyê kompaniyeke Brîtanî ve hatibû vekirin ku ji wê demê ve li vê herêma sînorî ya li başûrê rojhilatê Herêma Kurdistanê zêdetirî 42 bîr hatine vekirin.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.




