Konsulê Amerîka: Li Kurdistanê sektora enerjiyê berfirehtir dibe

Konsulê Amerîka: Li Kurdistanê sektora enerjiyê berfirehtir dibe

PeyamaKurd – Konsulê Amerîka yê Hewlêrê Steve Bittner îro 27ê Nîsanê li Çemçemalê di merasîma îmzekirina peymana di navbera Kompaniya Taurus û Kompaniya GE de, axivî.

Bittner got: “Niha, ji sedî 90ê elektrîka Herêma Kurdistanê ji aliyê turbînên General Electric ve tê hilberandin.”

Bitner da zanîn: “Elektrîk pêkhateyeke girîng a pêşveçûna her aboriyekê ye. Herêma Kurdistanê û Amerîka pêwendiyeke wan a demdirêj heye û bûyera îro vê hevahengiyê nîşan dide.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê herwiha got, ev gava îro dê sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê berfirehtir bike. Niha turbînên General Electric ji sedî 90ê elektrîka Herêma Kurdistanê peyda dikin.”

Pitner got: “Şîrketên Amerîkî li Herêma Kurdistanê li derfetên veberhênanê digerin û em dixwazin hevkariya xwe berfireh bikin.”

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.