Koreya Başûr bi keştiyeke bar 3200 otomobîl şandin Sûriyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî ketina rejîma Esed cara yekem keştiyeke bi 3200 otombîlî ji curên cuda barkirî ji Koreya Başûr gihîşt bendera Tertûs a Sûriyê.
Rêveberiya Bendrê û Desteya Xalên Bejayî û Deryayî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûrî, sibeha îro dest bi valakirina barê keştiyê kir.
Hate zanîn ku ev yekem keştiye bi vê hejmara mezin digihe Bendera Tertûsê û yekem keştî ye piştî vegera pêwendiyan di navbera Sûriyê û Koreya Başûr de.
Ev prose bi rêya Ajansa Deryayî ya Koreya Başûr ”CIG” û şaxên wê yên li Sûriyê (Kompaniya Şerbatî û Şahîn) bi rê ve çû û otombîl dê li bazarên Sûriyê werin belavkirin.
Li gorî aliyên pêwendîdar, piştî 10 rojan keştiyeke din ku derdora 2000 otombîlî ji curên cuda li xwe digire jî wê bigihe bendera Tertûsê.
Hate diyarkiri ku wê ev yek bandorê li nirxê otombîlan li bazarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bike, welatî li benda erzaniyê ne û xwediyên pêşangehên otombîlan jî ji ziyanên muhtemel ditirsin.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.




