Li Rojavayê Kurdistanê bihayê mazotê hate zêdekirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, nirxê mazotê careke din bilind kir û lîtreya wê 4 hezaran bû 6 hezar û 200 lîreyên Sûrî.
Hate ragihandin ku Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser bêyî biriyareke fermî nirxê mazotê ji 4 hezar lîre kiriye 6200 lîreyên Sûrî, ku bûye sedema nerazîbûnê di nava xelkê de.
Komîteya Sotemeniyê heta niha ti daxuyaniyek derbarê bilindkirina nirxê mazotê de belav nekiriye.
Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Xweser beriya niha bilindkirina nirxê sotemeniyê, li bilindbûna nirxê Dolar vedigerand, lê ji dema ketina Esed ve nirxê Dolar li beramberî lîreya Sûrî cihê xwe girtiye, ku yek Dolar li beramberî 11 heta 12 hezar lîreyên Sûrî ye.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




