Piştî 14 salan IMFê karmendê xwe li Sûriyê erkdar kir

Piştî 14 salan IMFê karmendê xwe li Sûriyê erkdar kir

PeyamaKurd – Fonda Navnetewî ya Diravan (IMF), piştî 14 salan Ron van Rooden wekî şefê misyona xwe ya li Sûriyê erkdar kir.

Wezîrê Darayî yê Sûriyê Muhammed Yasser Barnia ragihand ku peywirdarkirina Ron van Rooden li ser daxwaza Sûriyê pêk hatiye û got, ev gav rê li ber diyalogeke avaker a di navbera IMF û Sûriyê de vedike.

Li gorî malpera IMFê, Sûriyê di 40 salên dawî de tu danûstandin bi fondê re nekirine. Serdana dawî ya IMFê bo Sûriyê di dawiya sala 2009an de pêk hatibû, berî destpêkirina protestoyên li dijî Beşar Esad.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.