Trump: Ji bo hûn şirketên xwe bînin Amerîka demeke bêhempa ye

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump, piştî ku Çînê rêjeya bacên gumrikê yên li ser kelûpelên amerîkî ji sedî 84 zêde kir, bang li kompaniyan kir û got: "Ev demeke bêhempa ye ku hûn şirketên xwe bînin Amerîkayê."
Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand: "Ev demeke bêhempa ye ku hûn şirketa xwe, wek Apple û gelek şirketên din, bînin DYA. Bac nîne û girêdanên elektrîk/enerjiyê û pejirandin bêdudilî ne. Derengmayîna jîngehî tune ye. Hûn li bendê nemînin, niha bikin."
Şerê bazirganiyê yê di navbera Çîn û DYA de tund dibe. Trump 2yê Nîsanê bacên nû yên gumrikê li ser hevkarên bazirganiyê ragihand û diyar kir ku dê baceke zêde ya %34 li ser Çînê ferz bike. Çînê jî bertek nîşan da û diyar kir ku dê ji 10ê Nîsanê ve heman rêjeya bacê li ser hemû malên DYA ferz bike.
Trump bersiv da û got ku eger Çîn bacên %34 heta 8ê Nîsanê venekişîne, wê Amerîka baceke zêde ya %50 jî li ser Çînê ferz bike ji 9ê Nîsanê ve. Îro, bacên gumrikê yên ku li gor welatan hatine diyarkirin bi fermî ketin meriyetê û rêjeya bacê ya li ser Çînê gihîşt %104.
Wezareta Darayî ya Çînê jî herî dawî ragihand ku rêjeya bacên gumrikê ya li ser malên DYA ji %34 zêde bû û bû %84, ev jî dê ji 10ê Nîsanê ve were sepandin.
Ev nivîs 153 car hatiye xwendin.




