Ûkrayna di İHAyên Rûsya de perçên ku Hindistan hildiberîne tesbît kir

Ûkrayna di İHAyên Rûsya de perçên ku Hindistan hildiberîne tesbît kir

PeyamaKurd – Serokê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ûkraynayê Andriy Yermak ragihand ku di dronên ku Rûsya li hemberê Ûkraynayê bikartîne, di wan de perçên ku ji aliyê Hindistanê de tên hilberîn tesbît kirine. Yermak her weha got ku divê nehêlin ew perçên Hindistan ji bo İHAyan hildiberîne, bigihên destê Rûsyayê.

Andriy Yermak, di ser hesabê xwe yê medya civakî Telegramê de behsa İHAyên ku Rûsya li dijî wan bikartîne kir û got:

“Mixabin em di modelên Şahed/Geran de jî dibînin ku perçên Hindistan çêdike hene. Divê nehêlin Rûsya xwe bigihîne perçên ku biyanî çêdikin û Ûkrayniyan bi wan dikujin.”

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.