3 jinên Bahaî ji aliyê hêzên ewlehiya Tehranê de hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiya Îranê li Tehranê 3 jinên Bahaî yên bi navên Şeyda Ruhani, Şeyda Tawakoli û Şeyla Tawakoli desteser kirin û wan birine ciyekî nediyar.
Rêxistina Mafên Mirovan ya bi navê Hengawê ku navenda wê Norweçe, ragihand ku desteserkirina her sê jinan di roja 27ê Gulan a 2025an de roja Sêşemê qewimiye.
Ji desteserkiriyan Şeyda Rûhanî xwediya zarokekiye û di dema operasyonê de hêzên ewlehiyê dest danîne ser kompûtera wê, telefona destî, tablet û ser ewraqên mulkên wê. Her weha sertîfîkayên akademik û lîteraturên wê yên dînî yên di derbarê Bahaiyan de, eşyayên wê yên taybet jî bi xwe re birine. Xişrên wê yên wekî zêr û duwîzan jî bi xwe re birine.
Tevî her sê jinan xistine binçav jî û çend roj di ser de derbas bûye, heya niha kes nizane li ku derêne, rewşa wan ya asayîşê çiye, di derbarê wan de ti agahî nehatiye sitendin an bi fermî ti agahî nehatiye radihandin.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




