Almanya û Swêd: Îsraîl qanûna navneteweyî binpê dike

PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên Almanya û Swêdê li dijî êrîşa bejayî ya Îsraîlê li ser Xezzeyê derketin û tekez kirin ku ew qanûna navneteweyî binpê dike.
Wezîrê Derve yê Almanya Johann Wadephul li Berlînê bi Wezîra Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard re civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Almanya: Em wê red dikin
Wadephul diyar kir ku ew li dijî hewldana Îsraîlê ya ji bo kontrolkirina tevahî ya Xezzeyê ne û got, "Em ê rewşê ji nû ve binirxînin, bi berçavgirtina pêşketinên li Xezzeyê û hewldanên gengaz ên hikûmeta Îsraîlê yên ji bo îlhaqkirina Şerîaya Rojava. Di her du rewşan de jî, helwesta me zelal e. Îlhaqkirin qanûna navneteweyî binpê dike û ji me bersiveke siyasî dixwaze."
Wadephul tekez kir ku êrîşên nû yên li ser Xezzeyê gaveke bi tevahî xelet e û got, "Em vê yekê red dikin û ev yek ji hikûmeta Îsraîlê re eşkere kiriye."
"Divê em zextê li hikûmeta Îsraîlê bikin."
Wezîrê Derve yê Swêdê Stenergard, li ser êrîşa bejayî ya Îsraîlê ya li ser Xezzeyê got, "Me ji destpêkê ve pir eşkere kiriye ku guhertinên axê yên bi tundî wê li dijî qanûna navneteweyî bin. Em ji rewşa Xezzeyê pir bi fikar in û divê em zextê li hikûmeta Îsraîlê bikin da ku alîkariya mirovî bigihîne Xezzeyê."





