Li Helebê teqîn! Depoya cebilxaneyê hat lêdan!

PeyamaKurd - Îro sibê li bajarê Helebê yê Sûriyeyê dengê teqînên bi hêz hat.
Li gorî raporên destpêkê, depoyeke cebilxaneyê li taxa Şahyan hat hedefgirtin.
Heta niha, ji hikûmeta Sûriyeyê derbarê teqînê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn û bal kişandiye ser Îsraîlê ku pir caran baregehên leşkerî yên li herêmê hedef digire.
Vîdyo û wêneyên ku li ser medyaya civakî belav dibin nîşan didin ku dû ji herêma ku teqîn lê hatiye bihîstin bilind dibe.
Lêbelê, ji rayedarên Îsraîlê hîn jî tu daxuyanî nehatiye dayîn.





