Artêşa Hindistanê: Pakistanê bi 300-400 dronên Tirk hewla êrîşê da

PeyamaKurd - Artêşa Hindistanê îdîa kir ku artêşa Pakistanê hewl daye ku bi 300-400 dronên Tirkiyeyê çêkirine, li 36 xalan derbasî sînorê wan bibe.
Fermandarî Hindî Sofiya Kureyşî, di civîna çapemeniyê de, li ser pevçûnên dawî bi Pakistanê re axivî.
Kureyşî got: "Artêşa Pakistanê ji şeva 7ê Gulanê heta 8ê Gulanê, ji bo hedefgirtina bingeha leşkerî, çendîn caran tevahiya sînorê rojavayê asîmanê Hindistanê bin pê kir. Herwiha artêşa Pakistanê li dirêjahiya Xeta Kontrolê bi çekên giran jî gule berdan. Li 36 xalan bi bikaranîna 300-400 dronên hewayî hewla têketinê hat kirin."
Fermandarê Artêşa Hindistanê da zanîn, "Tê fikirîn ku armanca êrîşên hewayî yên bi vî rengî mezin dibe ku ceribandina sîstemên parastinê yên hewayî û berhevkirina îstîxbaratê be. Lêkolîn li ser bermahiyên dronan tê kirin. Raporên pêşîn nîşan didin ku ev dron Sîstema Asisguard Songar a Tirkiyeyê çêkiriye ne."
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




