Yekîtiya Ewrûpayê givaşên nû danî ser Îranê

Yekîtiya Ewrûpayê givaşên nû danî ser Îranê

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema Îran îhlala mafên mirovan dike û înfazan dike an xelkê dikuje biryarê da ku givaşê deyne ser 8 kesan û rêxistinekî sûcan.

Kesan û rêxistinê xistin lîsta givaşan, heyiyên malên wan dest danîn ser wan, qedexeya temîna çavkaniyan û wê qedexeya geştûguzariya Ewrûpayê deynin ser wan.

Kes an rêxistin li welatên din li ser navê Îranê mafên mirovan binpê dikin û kesan înfaz dikin. Konseya Ewrûpayê li ser mijarê daxwuyanî da û got:

“Konsey îro di çarçova qanûna rejîma givaşên ser mafên mirovan ya kureyî de, givaşê danî ser 8 kesan û dezgeyekî. Ev kesên han li ser navê dezgeyên dewleta Îranê li derveyê welat mafên mirovan binpê dikin ji îstîsmaran berpirsin. Bi taybetî înfazên bê darazê, keyfî û lezgîn dikin. Kuştinên ku dikin bi taybetî li ser ew kesên ku muxalifên Îranê ne, yên ne di siyaseta Îranê de ne û yên Îranê rexne dikin, ji ortê radibin û wenda dibin.”

Pêngava ku YEyê bi vê biryarê avêt, erê dike ku endîşeyên YEyê yên di derbarê ku Îran di rêya wekîlan de ku dezgeyên Îranê di derveyê sînorê xwe de dide kirin, li ser wan daxwuyanî weha dewam dike:

“Ev rewşa han bi taybetî muxalifên Îranê û bergirên mafên mirovan dikin hedef û şebekeyên ku van kiryaran dikin, di çarçova van sûcan de ye û ev kes an dezge axa YEyê di nav de li seranserê dinyayê van karan dikin.”

YEyê ragihandi ku rêxistina sûc ya bi navê Zindaştî jî di nav lîstê de ye û girêdayê wezareta îstîxbarat û ewlehiya Îranê ye û daxwuyanî weha dibêje:

“Grûba navborî kesên ku siyaset û tevgerên Îranê rexne dikin di nav de, êrîşê ser gelek kesan kirine û wan kuştine. Şebeka Zindaştî bi seroke şebeka qaçaxê û rêxistina sûcan ku xwediyê wê maddeyên hişbir difroşe yê bi navê Naci İbrahim Şerifi Zindaşti û hevkarên wî yên bi navên Abdulvahap Koçak, Ali Efsancani, Ali Koçak, Ekrem Öztunç û Nihat Asan di gelek kuştinan de cîh girtine. Van navan muxalifê Îranê Mesut Mewlewî Wardanjani û xwediyê TV ya Gemê Saîd Karimian kuştina û di gelek kuştinên din de jî cîh girtine.”

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.