Li Amedê xortekî ket kanala avê da xwe hînik bike û di avê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Yenişehirê li gundê Şêxkendê (Dokuzçeltik) xortê bi navê Muhammet Gültekin (15) ji bo xwe hînik bike ket kanala avê lê di kanalê de fetisî.
Kesên li der û dorê yên dîtin ku Muhammet Gültekin di avê de ji ber çav wenda bû, agahiyê dan ciyên pêwendîdar. Tîmên AFAD, yên 112an, yên cendirmeyan yên noqavê, yên şaredariyê yên binê avê yên legerîn û rizgarkirinê, îtfaiye û polîs çûn ciyê bûyerê.
Karibûn xwe bigihînin cesedê Gültekin û ji avê derxin. Cesed ji bo otopsiyê birin Tib a Edlî ya bajarê Amedê.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




