Li Îstenbolê operasyon kirin ser çeteyên bi motorsîklet: 105 kes binçavin û 69 kesan şandin zîndanê

Li Îstenbolê operasyon kirin ser çeteyên bi motorsîklet: 105 kes binçavin û 69 kesan şandin zîndanê

PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa Îstenbolê operasyon kir ser çeteyên bi motorsîklet û 105 kesan xist binçav. 85 gumanbaran sewqê dadgehê kirin ku ji wan 69 kes hatin girtin an ku wan şandin zîndanê. Di operasyonan de gelek çek hatine girtin.

Asayîşa Îstenbolê li 12 navçeyan adresan tesbît kir û 105 kesên ku xistin binê çav ku tevî 42 sûcan bûn e. Çeteyên ku hêzên asayîşê ew xistine binçav, tevî kiryarên tehdîdan, yaxma, gulebarankirin, hilberîna çekan, çekan firotine û karê qaçax kirine.

Operasyon li navçên Bağcılar, Kadıköy, Sarıyer, Şile, Sultangazi, Bahçelievler, Ataşehir, Bakırköy, Beşiktaş, Fatih, Silivri û Zeytinburnu hatin kirin.

Di operasyona îro de tenê 16 kes hatin girtin ku 2 ji wan çekan difroşin û 14 kes ji wan 6 kargehan dane ber guleyan.

Di operasyonên ser navnîşanan de, 111 demançe, bombeyekî destî, 751 fişek, 474 mekanîzmayên çekan, 124 lûlên çekan, 2 heb alavên qulkirinê û birînê, 2 makînên kevirkirinê, 4.100 Tl û 17.960 Evro pere xistine dest.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.