Polonya ji bo nûjenkirina balafirên F-16an bi DYA re peymana bi 3,8 milyar dolarî îmza kir

PeyamaKurd – Polonya ji bo nûjenkirina balafirên F-16an yên şer, bi DYA re peymana bi 3,8 milyar dolarî îmza kir. Bi nûjenkirina balafiran, wê balafirên şer yên F-16an bibe yên Blok 72 Viper ku asta wan û şiyanên wan zêdetirin.
Polonya bi sedema şerê Ûkrayna û Rûsyayê nûjenkirina xwe zêde dike û di peymana navborî de 48 F-16C/D Block 52+ hene.
Wezîrê berevaniyê yê Polonyayê Wladyslaw Kosiniak-Kamysz, di merasima îmza peymanê de ragihand ku peymana nûjenkirinê ya bi 3,8 milyar dolarî de temamê balafirên 48 F-16C/D Block 52+ hene. Kosiniak-Kamysz weha dewam kir:
“Balafirên ku ajotvan 20 sale dajon, ajotvan xwe nêzî balafiran dibînin. Wê ev balafir ti carê kes jê aciz nebe û moda wê derbas nebe. Wê bêhtir nû, serkeftî û versiyonên pêşkeftî bin. Balafirên C/D gelek başin lê piştî 20 salan li hemberê tehdîdên ser welatê me kêm dimînin.”
Polonya îsal ji dahata xwe ya ne safî ya welat %4,7ê wê ji bo mesrefa bergiriyê veqetand lê di sala bê de wê vê reqemê derxe %5an.
Li gor nûçeya malpera Polonyayê; wê Polonya heya sala 2030an, jimara tankên xwe zêdetir bike û bigihê jimara temamê tankên Îngîltere, Almanya, Fransa û Îtalyayê.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




