Trump, berya civîna li Alaskayê daxwuyaniyekî tehdîdwarî da Putin

PeyamaKurd – Wê di 15ê Tebaxê de serokê DYAyê Trump û yê Rûsyayê Putin hevdîtin bikin lê berya hevdîtinê Trump got:
“Eger Putin şer neqedîne wê bi hinek encamên tund re rû bi rû bimîne. Divê di hevdîtinê de ez hinek bersivan bistînim. Eger ez bersivan nestînim, wê hevdîtina duyem pê re nebe. Eger hevdîtina vê carê bi erênî bibe, wê ya duyem jî bibe û wê di navbera Putin û Zelenskiy de bibe.”
Trump berê ragihandibû ku ew bawere hevdîtina navbera wî û Putin wê bi erênî encam bide û dibe neyînî be jî.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




