Hakan Fîdan dê biçe serdana Ehmed Şera

Hakan Fîdan dê biçe serdana Ehmed Şera

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê ji bo hevdîtinên fermî serdana Şamê, paytexta Sûriyeyê bike. Di vê serdanê de ew ê ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera ve were pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve hatine wergirtin, di civînê de dê rewşa heyî ya têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê were nirxandin. Dê gavên hevbeş ên ji hilweşandina rejîma Esed vir ve hatine avêtin û rewşa heyî ya têkiliyên herdu welatan werin nîqaşkirin.

Tê payîn ku Fîdan û Şera ji bo bipêşxistina hevkariyê, bi taybetî di warê ewlehî, rêveberiya sînor, penaberan, bazirganî û têkoşîna li dijî terorê de, bicivin.

Li gorî agahiyan, her du alî dê warên hevkariyê yên giring ji bo aramiya herêmî binirxînin û gavên potansiyel ji bo ji nû ve avakirina têkiliyên dualî binirxînin.

Herwiha, tê payîn ku operasyonên leşkerî yên dawî û helwêsta siyasî ya Îsraîlê ku bandorê li ser Sûriyeyê û herêmê bi giştî dike, di rojevê de bin. 

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.