THYê geştên xwe yên bo Balafirgeha Kerkûkê ji nû ve da destpêkirin

PeyamaKurd – Herdî Semed Şevanî, Rêveberê Ragihandin û Têkiliyên Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê, îro daxuyand ku Turkish Airlinesê (THY) biryar daye di nîvê vê mehê de geştên xwe yên bo Kerkûkê ji nû ve dest pê bike.
Ev biryar piştî rawestandina geştan ji ber sedemên ewlehiyê, ku ji zêdebûna rageşiya li herêmê derketibû, hate dayîn.
Li gorî agahiyên Şevanî, beriya rawestandinê, THYyê heftê de bi tevahî 8 geştên çûn û hatinê ber bi Kerkûkê ve organîze dikir: 4 geşt ji Stenbolê û 4 geşt ji Enqereyê.
Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê di 16ê Cotmeha 2022yan de, bi merasîmeke fermî ku Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê yê wê demê Nasir Husên beşdar bûbû, ji nû ve hatibû vekirin. Yekem geşta navneteweyî ya balafirgehê jî di heman mehê de ber bi Tirkiyeyê ve bûbû.
Ev biryar weke gaveke giring tê dîtin ji bo vegerandina çalakiyên bazirganî û rêwîtiyê li herêma Kerkûkê.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.





