Nûnerê nû yê UNICEFê yê Iraqê dest bi erka xwe kir

PeyamaKurd – UNICEFê ragihand ku Christian Skoog bi fermî wek Nûnerê nû yê UNICEFê li Iraqê dest bi erkên xwe kir.
Skoog, li Bexdayê, bawernameyên xwe pêşkêşî Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên kir û dilsoziya xwe ya ji bo xizmeta zarok û ciwanên Iraqê anî ziman.
Wî got:
"Ji bo min şerefeke mezin e ku ez tev li tîma UNICEFê ya li Iraqê bibim da ku piştgirî bidim zarok û ciwanan li seranserê welêt. Ez li bendê me ku bi Hikûmeta Iraqê, ajansên Neteweyên Yekbûyî û civaka sivîl re ji nêz ve bixebitim ji bo pêşxistina mafên zarokan û avakirina paşerojeke geştir ji bo her zarokekî."
Di rola xwe ya nû de, Skoog dê hevkariya UNICEFê bi hikûmeta Iraqê re rê ve bibe da ku Peymana Mafên Zarokan (CRC) bi cih bîne. Erka wî ya sereke ew e ku balê bikişîne ser piştgirîkirina zarokên herî lawaz û misogerkirina gihîştina hemû zarokan bi xizmetên bingehîn ên wekî perwerde, tenduristî û parastinê.
Skoogê ku xwedî zêdetirî 30 sal ezmûnan e di warê pêşkeftina navneteweyî, bersivdana mirovahî û mafên mirovan de, berê li welatên wekî Meksîka, Guatemala, Morîtanya û Srî Lanka wek nûnerê UNICEFê xizmet kiriye.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.





