CIA ji rayedarên Çînê xwest ku jê re casûsiyê bikin

CIA ji rayedarên Çînê xwest ku jê re casûsiyê bikin

PeyamaKurd – Rêxistina Îstîxbarata Navendê ya DYAyê (CIA) di ser medya civakî de videoyekî belav kir û ji rayedarên Çînê xwest ku tyeref biguhêrin û bo DYAyê agahiyan bidin. Di vîdeoyê de ferman (talimat) hene ku wê çawa agahiyan bi awayekî ‘bi ewle’ û ‘bi bawerî’ agahiyan bişînin bo CIAyê. Vîdeo bi zimanê Çînê hatiye amadekirin.

Di 2 vîdeoyên ku hatin belavkirin de sahne hene ku kes çawa xeyalên wan ji Partiya Komunîsta Çîne şikestine û bi CIA re pêwediyan danîne. Vîdeo di ser hesabên medya civakî yên Facebook, Telegram, Instagram û Xê de hatin belavkirin.

Di vîdeoyekî CIAyê de rêvebirekî ji PKÇ çawa weke temsîlî rolekî girtiye ser xwe û behsa tirsa bo malbata xwe daniye ser dike.

Di vîdeoyekî dinê de dibêje: “Lîderên me êdî nema karibin sozên refahê bidin me ji ber bicîh naynin.Êdî wext hatiye ku bo xeyalên xwe bixebitim.”

Di vîdeoyekî dinê de dibêje:”Ez çima çûn CIAyê? Bo garanriya jiyana xwe. “Ez çim abi CIA re ketimnav têkiliyan? Bo jiyaneka baştir.”

Serokê CIAyê John Ratcliffe  li ser vê kampanya medyayê daxwuyanî da û got:

“WEzîfeyekî bingehîn ya CIAyê bo serok û kesên siyasete ava dikin bo wan agahiyan bide hev. Yek ji rêyên kirina vêya ew e ku em çavkaniyên karibin bibin alîkarê diziya me, em wan bigrin ser kar e.”

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.