Nêçîrvan Barzanî: Rojnamegerî bingeh e ji bo Kurdistana adil

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, ku salvegera 127emîn a weşana Rojnameya “Kurdistan”ê ye û 27emîn salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ye, peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
“Ez ji dil û can vê rojê li hemû rojnameger û xebatkarên medyaya Kurdistanê pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.”
Wî anî ziman ku rojnamegeriya azad, wêrek û berpirsiyar bingeheke girîng e ji bo avakirina Kurdistana adil û pêşketî.
Serokê Herêmê tekezî li ser dilsoziya xwe ya bi azadiya ramanê û rojnamegeriyê kir, û soz da ku hikûmet dê ji bo afirandina jîngeheke guncaw ji rojnamegeran, misogerkirina gihîştina agahiyan û rakirina astengiyan bixebite.
Wî her weha rojnameger teşwîq kirin ku bi bêalîbûn, duristî û dûrî tundiyê kar bikin û çanda pejirandina hevdu û pêkvejiyanê xurt bikin.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.





