Wê meclisa Tirkiyê (TBMM) serokekî nûh hilbijêre

Wê meclisa Tirkiyê (TBMM) serokekî nûh hilbijêre

PeyamaKurd – Pêvajoya hilbijartina serokê nû yê meclisa Tirkiyê (TBMM) di 28ê Gulanê de destpêdike. Ji ber wexta serokê meclisê yê niha Numan Kurtulmuş xelas dibe, wê endamên meclisê bi dengdana xef ji xwe re serokekî hilbijêrin. Hilbijartin wê berya cejna Qurbanê bibe.

Serokê meclisê yê niha Numan Kurtulmuş bo 2 salan hatibû bijartin û wezîfa wî di 7ê meha Hezîranê de diqede. Pêvajo berya wexta serokatiya meclisê biqede 10 roj berya wê destpêdike.

Ji 28ê Hezîranê û pê de divê di nav 5 rojan de serok were bijartin.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.