Serokwezîrê Yemenê Bin Mubarek dest ji karê xwe berda

Serokwezîrê Yemenê Bin Mubarek dest ji karê xwe berda

PeyamaKurd – Serokwezîrê Yemenê Ahmed Awad bin Mubarek ragihand ku ew dest ji karê xwe berdaye an ku îstîfa kiriye. Bin Mubarek, di ser hesabê xwe yê Xê de li ser îstîfa xwe weha got:

“Bîstekî berê min hevdîtina xwe bi serokê konseya serokatiya Yemenê bi Reşad el-Alimi re temam kir û min daxwaznama xwe ya îstîfa ji serokwezîrtiyê peşkeş kir.”

Bin Mubarek, ji bo ew kesê ku wê piştî wî bibe serokwezîr, jê re serkeftinê xwest û got ku ew kesê bibe serokwezîr, di her şert û mercî de, ji ber welat di rewşekî zahmet de ye, wê destekê bide wî.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.