Di ereba li ber îstasyona Marmaray de cesedekî dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li Küçükçekmece li ber îstasyona Marmaray de, di erebeyekî parkkirî de cesedê zilamekî dîtin. Hat ragihandin ku erebe deh roje li wê derê parkkiriye.
Tîmên şaredariya Îstenbolê dixebitîn da erebeyan ji ser caddê rakin û caddê asfalt bikin. Xebatkar xwestin ku ajotvanê erebê hişyar bikin da ereba xwe rake lê dîtin ku ji ajotvan tevgerekî tine û xeberê dan tîmên polîs û tenduristiyê.
Polîs, dema çû ciyê bûyerê cama erebê şikandin û dîtin ku kesê li ser kursiyê ajotvan rûniştiye bê can e.
Cesedê mirovî birin Tib a Edlî da sedema mirina wî hîn bikin. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




