Li Nepalê jimara kuştiyan giha 30 kesan û 13.500 kes ji zîndanan firar kirin

PeyamaKurd – Li Nepalê di 4ê Êlûnê de platformên medya civakî Facebook, Instagram, WhatsApp, YouTube, X, Reddit û Linkedin ji aliyê wezareta teknolojiya zanistî de hatibûn qedexekirin û li ser biryara wezaretê ciwan ketibûn nav tevgerê.
Çalakiyên xortan mezin bûn û di nav wan û hêzên asayîşê de çend roje şer dewam dike û jimara kuştiyan gihaye 30 kesan. Tevî 3 wezîr îstîfa xwe dabûn jî, çalaki dewam kirin. Jimara birîndaran gihaye 1033 kesan.
Balafirgeha li Katmanduyê ya bi navê Tribhuvan ya navdewletî piştî 24 seetan ji nûh de dest bi seferan kir.
Avahiya wezareta tenduristiyê ku gelek dîrokiye agir berdanê û şewitandin. Çalakvan berê jî agir berdabûn avahiya parlementoyê û avahiya dadgeha bilind. Her weha agir berdabûn mala serokkomarê berê û jina wî tê de şewitîbû.
Berdevkê polîsê Nepalê Binord Ghimire bo AFPê ragihand ku di çalakiyên li dijî hukumetê de, li seranserê Nepalê ji zîndanên cuda 13.500 kes firar kirine.
Niha artêşa Nepalê daketiye kolanan û dixwaze aramiyê çêbike lê hê jî rewş nediyare.
Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.




