Li Meletiyê du trênên bar li hev ketin

Li Meletiyê du trênên bar li hev ketin

PeyamaKurd- Li navçeya Hekîmxan a bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê 2 trenên barhilgir li hev ketin û makînîstek birîndar bû.

Hata zanîn ku îro 10ê îlonê li nêzîkî devera Hasançelebî ya navçeya Hekîmxan aa Meletiyê,  2 trenên barhilgir ku yek ji wan ber bi Sêwazê ve û ya din jî ber bi Meletiyê ve diçû li hev qelibîn.

Hat ragihandin ku de qezayê de makînîstê yek ji trênan birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û makînîstê birîndar bo nexweşxaneyê hate veguhestin. Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin û tîmên parastina sivîl ên Şaredariya Meletiyê jî li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê standin.

 

Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.