Li Fransa yên li dijî Macron daketin kolanan: Polîs 280 kesan xistin binçav

Li Fransa yên li dijî Macron daketin kolanan: Polîs 280 kesan xistin binçav

PeyamaKurd – Li bajarê Parîsê û gelek bajarên din kesên li dijî serokê Fransayê Macronin daketin kolanan û çalakiyan kirin. Heya niha kesên polîs wan xistiye binçav ji 280an derbas kir.

Hukumeta borî ji parlementoya Fransayê dengên baweriyê nestendibû û ji ser kar ketibû. Macron serokwezîrekî nû wezîrê bergiriya Fransayê tayîn kiribû da hukumetê ava bike. Xebata avakirina hukumeta nû rojekiye dewam dike, çalakî destpêkirin.

Hêj di ser de rojekî derbas nebû, çalakvan daketin kolanan. Di navbera çalakvan û polîsan de pevçûn derket, tiştnan avêtin polîsan, bi bîdonên gilêşê rêya girtin lê polîs jî bi xaza îsotê û ava bi şid mudaxeleyê çalakvanan kir.

Bûyer li bajarên mezin yên weka Marsîlyayê û Montpellierê dewam kirin û polîs bi heman şêweyê mudaxeleyê çalakvanan kir.

Di dîmenan de piraniya çalakvanan yên ji welatên din çûne û Fransa deriyê xwe ji wan re vekiriye xwuya dikin.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.