Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Seîd Xalid peyameke sersaxiyê belav kir

Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Seîd Xalid peyameke sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê, 10ê Îlona 2025an, ji ber koça dawî ya Cîgirê Serokê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê û wezîrê berê yê karûbarên parlemanê, Seîd Xalid, peyameke sersaxiyê ji malbat û hevalên wî re şand.

Di peyama xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbat, kesûkar û hevalên Seîd Xalid kir û xwe weke şirîkê xema wan da zanîn.

Serokwezîr got: "Serxweşiyê li malbat û meriv û hevalên birêz Xwedê jê razî Cîgirê Serokê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê û Wezîrê berê yê Herêma Kurdistanê yê karûbarên parlamentoyê Seîd Xalid dikim û şirîkê xemên wan im."

Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî ji Xwedayê mezin hêvî kir ku "ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û sebrê bide malbat û dost û hevalên wî."

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.