Peymana nû ya Îranê bi Ajansa Atomî re: Destûra lêkoleran nayê dayîn

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçi, li ser peymana nû ya bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) daxuyanî da û got: "Li gorî peymana nû, niha ti destûr ji lêkolerên ajansê re nayê dayîn. Tenê ji ber guherîna sotemeniyê li Santrala Atomî ya Buşehrê, destûr bi awayekî sînordar heye."
Arakçi anî ziman ku ev biryar bi erêkirina Konseya Ewlekariya Bilind a Neteweyî hatiye dayîn û heta niha jî didome.
Herwiha Arakçi destnîşan kir ku piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê, rewşeke nû derketiye holê û ji ber vê yekê wan tekezî li ser çêkirina çarçoveyeke nû ya hevkariyê kiriye.
Arakçi diyar kir, di peymanê de hemû daxwazên Îranê hatine cih û tekez kir ku ev çarçoveya nû bi tevahî li gorî yasaya meclîsê ye û rê li ber fikarên ewlehiyê yên Îranê girtiye û mafên wê nas kiriye. Arakçi got, "Ji bo hevkariya bi ajansê re şêweyekî nû hatiye diyarkirin."
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




