Wezîrê Alman: Em ê bersiveke bihêz bidin Rûsyayê

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, ji bo êrîşên bi balafirên bêmirov ên Rûsyayê li ser qada hewayî ya Polonyayê got ku ev bêbersiv namîne û reaksiyon wê bi awayekî xurt û eşkere bê nîşandan.
Wezîr Alman di civîna NATO ya Brukselê de diyar kir ku Rûsyayê bi van êrîşan zêdekirina aloziyan qebûl kiriye û divê bersivek zelal û xurt ji wan re bê dayîn.
Wadephul da zanîn, ew ê ji bo vê yekê bi hevalbendên xwe yên di nava NATOyê de, li ser mijara Ewlekariya Ewropayê, bi taybetî jî bi Polonyayê re, li gorî xala 4. ya Peymana NATOyê, diyalog û şêwirê bidomînin.
Wezîrê Alman da xuyakirin, “Armanc ew e ku Rûsya bizane, heke êrîş li ser xaka endamekî NATOyê were kirin, NATO dê bi hemû hêza xwe tevbigere û bertek nîşan bide.”
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




