Netanyahu: “Ya terorîstan dersînor bikin an jî wan teslîmê edaletê bikin”

Netanyahu: “Ya terorîstan dersînor bikin an jî wan teslîmê edaletê bikin”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu Qatar di nav wan de temamê welatan tehdîd kir. Îsraîlê  din av 24 seetan de êrîşê 5 welatan kir. Di serî de êrîşên hewayî bir ser Sana ya Hûsiyan û 35 kes mirin. Piştî êrîşa Sanayê Netenyahu got:

“Ez bangî Qatarê û temamê ku malên xwe ji bo terorîstan vedikin re dibêjim. Ya wan derxin derveyê sînorên xwe an wan teslîmê edaletê bikin. Eger hun nekim em ê bikin.”

Îsraîl ji duhî de heya niha di nav 24 seetan de êrîşê bir ser 5 welatan. Di nava wan de Suriye, Tunus, Qatar, Lubnan û deryayên vekirî hebûn. Li Sanayê êrîşê bir ser avahiya wezareta bergiriya Yemenê ya Hûsiyan. Di êrîşê de 35 kes mirin û 131 kes birîndar bûn.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.