Kamala Harris Joe Biden rexne kir: “Namzetiya wî Bêperwatiye”

PeyamaKurd – Cîgira serokê DYAyê yê berê yê Joe Biden Kamala Harris di nêz de pirtûkekî derdixe û ji bo Joe Biden di hilbijartina 2024an de bû namzed, Biden rexne kir û namzediya wî bi “bêperwatiyê” bi nav kir. Harris got ku ji Biden re gotiye nebe namzed û ji pêşniyara xwe tirsiyaye ku wê bi ezîtiyê binav bike.
Kamala Harris di pirtûka xwe ya di nêzde derê de rexne li namzediya Biden kiriye. Pirtûka Harrisê wê bi navê “107 Roj” derê û beşekî ji pirtûka wê li ser pêvajoya bûyerên hilbijartinê ye. Pirtûka wê wekî kurte di kovara Atlantikê de hat belavkirin. Harris dibêje:
“Di nav temamê mirovên di Koşka Sipî de ez di rewşa herî xerab de bûm ku ji Biden re bêjim ji namzediyê vekişe. Eger min jê re bigota ji namzediyê vekişe, wê wekî ezîtiyekî bi tundî bihata fêmkirin.”
Harris li hemberê Trump têkçûnekî zelal sitend. Harris di pêvajoya namzediyê de weha got:
“Ev biryara Joe û Jill bû. Weka ku em hîpnotîze bûne, me jî dubare kir. Ev biryar gelo nezaket bû an bêperwatî bû? Dema ez li pey xwe dinêrim, ev pêperwatîbû. Talûke zêde bû. Diviya hilbijartin ji bo ezîtiya mirovekî û daxwaza wî nema. Diviya ji biryara kesekî wêdetir bûya.”
Harris, di meha borî de ji bo danasîna pirtûka xwe ragihandibû ku wê derê gera 15 bajaran ku Kanada û Îngîltere di nav wan deran de bûn.
Bende ne ku pirtûk di 23yê Êlûnê de derê firotinê.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




