Durziyên nêzî Şamê daxwaza hikûmetê ya radestkirina çekan red dikin

PeyamaKurd – Durziyên Ceramanayê û Siwêydayê daxwaza hikûmeta Sûriyetê ya radestkirina çekan red kir ji ber tirsa êrîşên tundrew.
Şerê hefteya borî yê li Ceramanayê 10 kuştî li pey xwe hiştibû, Îsraîlê jî bi dronan êrîş kiribû.
Durziyên Ceramanayê û Swêydayê daxwaza hikûmeta Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) ya radestkirina çekan red kir, ji ber tirsa êrîşên çekdarên Sunî.
Şerê hefteya borî yê li Ceramanayê 10 kuştî li pey xwe hiştibû û ber bi Siwêydayê ve belav bûbû. Îsraîlê ji bo parastina Durziyan êrîşên dronê li Sahnayayê pêk anî û Şam jî bombebaran kir, ku çekdarekî HTŞyê jî tê de hat kuştin.
Endamê komîteya Durzî ya Ceramanayê, Mekrem Ubêyd ji Ajansa Reutersê re diyar kir:
“Em ê çekan radest bikin dema dewlet ewlehiyê garantî bike.”
Nîştecihê bajarokê Ceramanayê Fehd Heydar jî got:
“Qanûn divê li her derê çekan birêkûpêk bike.”
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.





