El-Hicrî: Heçiyê li bendê be ku çiya dê serî bitewîne, xeyalan dibîne

El-Hicrî: Heçiyê li bendê be ku çiya dê serî bitewîne, xeyalan dibîne

PeyamaKurd – Rêberê Ruhanî yê Civata Durziyan Şêx Hîkmet el-Hicrî, bi daxuyaniyekê ji gelê Siweydayê re ragihand ku belavoka ku destûrê dide hêzên hikumeta demkî ya Şamê têkevin nav Siweydayê, di bin zordariyê de hatiye amadekirin û îradeya gelê Durzî temsîl nake.

Şêx el-Hicrî, rewşa li Siweydayê wekî “bi fikar û xeternak” bi nav kir û diyar kir ku ew qebûl nakin ku bajar bibe qada şer. Wî got:

“Xwîna ku li kolanan tê rijandin ji hêla tu dîn û wijdanê ve nayê qebûlkirin.”

Wî bang li gelê Siweydayê kir ku bi hişmendî tevbigerin û dev ji rûmeta xwe bernedin, herweha got:

“Belavoka ku li ser navê me hatiye weşandin, di bin zordariyê de hatiye amadekirin. Em tu daxuyaniyan nas nakin ku helwêsta me ya rastîn nîşan nadin.”

El-Hicrî, tekez kir ku çareseriya pirsgirêkên Siweydayê ne bi tundiyê, lê bi diyalogên rast û rêzgirtina li hemberî welatiyan pêkan e. Wî weha got:

“Em ê îxanetê li zarokên xwe nekin û azadiya xwe li bazaran nefiroşin. Heçiyê li bendê be ku çiya dê serî bitewîne, xeyalan dibîne.”

Vê sibehê, daxuyaniyeke fermî li ser navê Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan hat weşandin ku tê de destûr dida hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ku derbasî Siweydayê bibin û bang li komên Durziyan dihat kirin ku çekên xwe radestî Wezareta Karên Navxweyî ya hikûmeta demkî ya Sûriyê bikin. Lêbelê, vê daxuyaniyê di nav welatiyên bajêr de bertekên tund ên nerazîbûnê bi xwe re anîn.

Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.