Hakan Fidan û Marco Robio bi telefonê axifîn

Hakan Fidan û Marco Robio bi telefonê axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di rêya telefonê de bi wezîrê karên derve yê DYAyê bi Marco Rubio re axifî. Mijara axaftina her dû wezîran Sûriye, Gazze û Ûkrayna bûn.

Li gor ragihandina çavkaniyên wezareta karên derve ya Tirkiyê; Hakan Fidan bi Robio re li ser mijara Sûriyê Gazze û Ûkraynayê axifîne lê Fidan xwestiye ku givaşên ser Sûriyê rabin da li Sûriyê îstîqrar û refah çêbibe.

Di axaftinê de li ser girîngiya serbestberdana hemwelatiyê DYAyê yê di destê Hamasê de ye û li ser mijara hevdîtina ku wê di navbera Rûsya û Ûkrayna de li Îstenbolê bibe, axifîne.

Di 14-15ê Gulanê de wê li bajarê Tirkiyê li Antalya bi awayekî nefermî wezîrên karên derve yên dewletên endamên NATOyê dê bicivin û di wê çarçovê de, di seredana wezîrê karên derve yê DYAyê Rubio de, li ser hûrahiya seredanê axifîn dê çi bikin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.