Hamasê hemwelatiyê DYAyê teslîmî heyeta Xaça Sor kir

PeyamaKurd – Di encama diyaloga Hamasê û DYAyê de, hemwelatiyê Amerîka-Îsraîlê leşkerê ku dîl ketibû destê Hamasê, Hamasê ew teslîmî heyeta Xaça Sor kir.
Rayedarên DYAyê raste rast bi bi Tûgayên İzzeddin el-Kassam re hevdîtin kir û Hamasê ragihand ku leşkerê cotehemwelatî yê bi navê Idan Alexander serbest berdaye.
Alexander, li başûrê Xezayê li bajarê Xan Yûnisê teslîmê tîmên Xaça Sor ya navdewletî kirine. TV ya KANê ya Îsraîlê dîmenên dema Alexander teslîm dikin û bi alavan ji Xan Yunisê dertên nîşan da û ket ser çapemeniyê.
Nûnerê Trump yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff, nûnerê taybet yê rehîneyan yê DYAyê Adam Boehler û malbata wî, koordînatorê serokwezîrtiya Îsraîlê yê ji karên dîlan û wendayan berpirs Gal Hirsch pêşwaziya Alexander kirin.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.




